Dersînorkirina penaberên jin binpêkirina mafên mirovan an sûcê li dijî mirovahiyê ye?

Neyra Ensarî, ya hiqûqnas, diyar dike ku dersînorkirina penaberên Efgan, bi taybetî jinan binpêkirina mafên mirovan û di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Di van rojên dawî de hinek welat penaberên Efgan ên li welatê wan dijîn, bi taybetî jî jinan dersînor kirin. Di rewşeke ku ji bo van jinan vegera Efganistanê bi xeter e, ferzkirina vê yekê binpêkirina mafên mirovan e. Desthilatdariya Talîbanê bi dijminahiya li dijî jinan û zagonên dermirovî nahêle jin di mercên asayî de jiyana xwe bidomînin.

Ji bo em aliyen hiqûqî yên vê mijarê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de analîz bikin, me bi pispora hiqûqa navneteweyî Neyra Ensarî re hevpeyvînek kir.

Gelê Efgan bi darê zorê ji welatê xwe hatiye derxistin. Ev rewş ji aliyê mafên mirovan û saziyên weke Neteweyên Yekbûyî ve çawa tê nirxandin?

Ji bo ku mirov mijara koçberiya bi zorê analîz bike divê hinek vegere serdemên borî û li ser sedemên penaberiya Efganan ber bi Îranê ve bisekine. Beriya Şoreşa Meşrûtiyetê, koçberiya ber bi Îranê ve zêdetir kevneşopiyek bû, bi awayên di nava welat de çêdibû. Mirovan xwe dispartin cihên olî yên pîroz, teke û carna jî sefaretên welatên biyanê lê piştî Şoreşa Meşrûtiyetê, bi derketina makezagonê û bi pêşketina feraseta hiqûqa dewletê re, vê kevneşopiyê guherî. Lewre êdî zagonan êdî mehkûmên siyasî jî bûna yên edlî jî bûna destûr nedidan kes ji ceza bireve. Ji wê demê û pê ve têgeha xwespartinê, bû awayê hiqûqû û wateyeke nû.

Bi avabûna Komara Îslamê re, benda 155’an a Makezagona Komara Îslamê ya Îranê, penaberiya siyasî nas kir. Îran alîgirê Peymana Cenevreyê ya sala 1951 û Protokola 1967’an e û li gorî hukmên wan, bi taybetî ji qedexekirina bi zorê şandina penaberan berpirsyar e.

Penaber ji kesê/a ku ji ber sedemên siyasî, olî, nijadî an jî civakî ji ber tirsa zulmê welatê xwe terikandiye re tê gotin. Bi milyonan welatiyên Efganistanê ji ber bêewlebûnê, di serî de Îran berê xwe dan welatên cîran. Gelek ji wan, bêyî belgeyên fermî, di mercên bê îstîqrar de dijîn û bi gefa binçavkirin û dersînorkirina bi darê zorê re rûbirû ne.

Di sala 2023’yan de nêzî 3,4 milyon penaberên Efgan li Îranê hebûn; ji wan 1,5 milyon xwedî belgeyên derbasdar bûn. Vê rewşê wan ji xizmetên tendirustiyê, perwerde, ji karên guncaw û ji temînata civakî bêpar mabûn, di bin mêtinkarî, xizanî, nexweşî û krîzên derûnî de bûn. Bi taybetî jin û zarok rastî îstîsmarê dihatin.

Zarokên ku ji zewaca jinên Îranî bi mêrên Efgan re çêdibûn, ji ber zagonên welatîbûyînê bi xetera bênasnamebûnê re diman. Penaberên Efgan, bi cudakariya olî, astengkirina xebatê û astengkirina perwerdeyê re rûbirû diman; lê ji bo penaberên Iraqê (bi taybetî şiîyan) derfet zêdetir bûn.

Di salên dawî de dersînorkirina penaberan zêdetir bûye û tenê di sala 2022’yan de ji 1,3 milyonî zêdetir Efgan paşve hatibûn şandin. Saziyên navneteweyî, UNICEF û UNHCR (Komîseriya Bilind a Penaberên NY) li dijî van pêkanînan hişyarî kiribûn lewre şandina Efganan a Efganistana di bin desthilatdariya Talîbanê de ji bo jiyana wan bi xeter bû.

Di heman demê de ji ber kêmbûna alîkariyên navneteweyî û sersariya hikumeta Îranê, krîza ku hem gelê Efgan hem jî civaka Îranê kûrtir bû.

Bi hincetên ewlehiyê yên di belgeyên rast de tune ne penaber tên dersînorkiririn gelo ev yek  zagonî ye?

Li gorî benda 32’yemîn a Peymana Cenevreyê ya 1951’ê û Cenevreyê û Protokola 1967’an, penaber tenê dema ku ji bo ewlehiya neteweyî bi xeter bin, piştî darizanidnê dikarin werin dersînorkirin. Di sûcên weke sîxuriyê de jî tenê dadgeha bêalî û serbixwe dikare biryara dersînorkirinê bide.

Lê ji bo gelek penaberên Efgan, ne belgeyên zelal hene, ne jî pêvajoya hiqûqî çêbûye. Sûcdarkirina parvekirinên di medyaya dîjîtal de, li gorî pênaseya sûcê sîxuriyê nîn e û ji bo dersînorkirinê tu hinceta wê ya zagonî tune ye.

Heta ku sûc îsbat nebe muameleyên dersînorkirinê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û zagonên Îranê ye. Her wiha raporên ku ji herêmên sînor tên, nîşan didin ku di dema paşveşandinê de penaber rastî biçûkxistin, şîdet û îşkenceyê hatine.

Bi hinceta ewlehiya neteweyî be jî divê delîlên wê yên îsbatbûyî hebin; tenê bi îdia û gumanê tiştek wiha nabe.

Di hiqûqa navneteweyî de, dema ku kesên xwe spartibin cihekî bi zorê werin derxistin, ev yek binpêkirina mafên mirovan tê dîtin û hem dijberî Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, hem jî Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Medenî ye.

Li gorî benda 7’an a Statuya Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, koçberiya bi zorê, weke “sûcê li dijî mirovahiyê” tê dîtin û ev yek ji bo Yugoslavyaya berê di Dadgeha Laheyê de hatibû pejirandin.

Di mijara penaberên Efgan de jî hem bi komî dersînorkirin çêbûbû hem jî bi neçarî derketina ji warê xwe hatibû jiyîn. Ev yek jî li gorî belgeyên navneteweyî dikeve çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê.

Pergala hiqûqa navneteweyî, ji bo pêşî li dersînorkirina penaperan a bi awayê derzagonî çêdibe bigre xwedî mekanîzmayeke bi bandor e gelo?

Di hiqûqa navneteweyî de “dersînorkirin” û “bi darê zorê derxistina ji cih” du têgehên cuda ne. Dersînorkirin tê wateya derketina kesan a derveyî welat; bi darê zorê derketina ji warê xwe jî tê wateya tevgera nifûsa din ava sînorên welatek de. Herdu jî di warê mafên mirovan de tên wateya binpêkirinê. Bi taybetî bi darê zorê derxistina ji cih û war, di Statuya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de weke “sûcê li dijî mirovahiyê” hatiye pênasekirin.

Li Îranê nêzî 2,2 milyon penaberên Efgan bêyî ku lêkolîn were kirin hatin dersînorkirin. Ev yek binpêkirina rêgezên mafên mirovan, hiqûqa navneteweyî û hiqûqa Îranê ye. Van kesan ji mafên bicihbûn, tendirustî, kar û sîgortayê bêpar mane û dema ku vedigerin Efganistanê jî bi xetera mirinê re rûbirû mane.

Rejîma Komara Îslamê, ji ber ku Peymana Cenevreyê ya 1951’ê û Protokola 1967’an li meclisa berê pejirandiye,  neçar el gorî rêgeza “nabe bi darê zorê werin şandin” tevbigere. Van pêkanînan, peymanên navneteweyî yên Îranê binpê dikin û bi taybetî bi polîtîkayên berê yên “beramberî penaberan av” dibin sedema pirsgirêkên hiqûqî.